ГлавнаяИсполнителиCiwan HacoDIYALOG ★ Si u Se Gule Курдская Музыка ★
TOP песен исполнителя
"Ciwan Haco"
    TOP альбомов исполнителя
    "Ciwan Haco"
      название:

      DIYALOG ★ Si u Se Gule Курдская Музыка ★


      автор:

      CIWAN HACO


      жанры: world
      рейтинг: ★★★★★ / 5.4 / 1384 просмотра
      [bad word]  [bad word] KurdYek
      
      Bi sûnd bi peyman
      ezê nehêlim kuç liser kuç
      kit jê nahêlim
      ezê bajar bikim
      Dojeha liser riwê erdê
      da "gawir" vegerine
      ser riya "Ala"yê mezin
      bere êdi Şirnex bêje
      xwezi bi Dêrsimê geliyê Zilan
      xwezi bi Helepçe
      De lêxin "gurên boz" lêxin
      kit ji wan nehêlin
      Bera zanibin
      Cihê şûrê me lê bilind dibe
      ti seri xwe ranakin dibê
      dixindirine newala
      lêxin "Aslanlar" lêxin
      mizginiya "mirinê" bighênine
      Qulpe û xwişmakên wê
      Bêjin vaye hat "mirina zer"
      bere ev çîya û zinar
      nasbikin ez kime
      ezim "Sayar"im
      neviyê "Xanê" mazin
      yê "Ata" û yê "lsmet İnönü" 
      
      pesnê xwe nede
      xezeba te ji tirsa nava teye
      Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
      dilovaniyê zanyariyê dide,
      tu bi şûr
      min gelek ditin bahozên "zer"
      li wî erdi gelek niv-mirorê
      di çav xwede "fêris"
      di nava xwede "newêrek" û
      "bêbext"
      derbas bûne
      gelek hatine bablisokên "zer"
      te basa "'xanê" mezin
      'Ata" û "lsmet" kir
      ew hatin û çûn
      lê ez Livirim
      ez Livirim
      liber diwarê birca Amed
      ez livirim mina Surhê me 
      
      li ser sînga te
      mîna direhê me
      di gewriya tede
      di çavên tede
      bablîsoka ji agirim
      mîna surhê me liser singa te 
      
      birçî tazî bider serê xwe natewênim
      siruda welat dixwinim
      kolonan dadigrim
      bi rê ketiye 'meşa azadiyê"
      zindan min kiriye mala rûmetê
      dibistana şorêşê
      bûme diwarê qalind liser singa te
      livirim
      nobedarê dara gwizê me
      tiwa li hewşê
      nobedarê tenura dayka şêrînim
      ez livirim hevirtirşim
      di legena hevirê welat de
      ez dipêjim nanê "Kurdayetiyê"
      e saben min ji cemeda kurra
      "Agrî"
      di dilê mide dojeha sor
      dema ez tî dibim latê diguvêşim
      ax hanê mine eger birçibim
      lê disa livirim
      bavernakim her livirim
      sûrha giranim liser singa te
      ez bazim û helina mine
      "Bagok" û "Herekol"
      ez pêşmerge me 'Egidim"
      diwarê qalindim liser bedena te
      Bipirse ji 'Îskenderê Mezin" 
      
      ewê bêje te
      çend dijware tîra min
      ewê bêje te çiroka min
      ev çiya carekê rabune
      go hew bitewin
      Sûrhim li ser singa te 
      
      livirim û bang dikim
      biraye xwe li pişta xetê
      li başur li barêş
      were ba min ka destê xwe?
      pişta teme "Sûrha Çin"
      bawer meke gotinê "marê zer"
      "rih dibê bost, lê dijmin nabê
      dost"
      Paşayâ "Kor" mîrê Rewandiz
      mina Bedirxanê Botan
      na gotin , bakur û başhur
      dane ber xwe
      ji Dersim. heta bi Mûsil, Kerkuk

      Послушать/Cкачать эту песню
      Mp3 320kbps на стороннем сайте
      Это интересно: Ciwan Haco (born 1957) is a Kurdish singer. He was born near Qamishlo in Syria. His grandfather was originally from Mardin, Turkey. After finishing high school, he left for Germany in order to continue his studies. He studied music at the University of Bochum for three years. He is now residing in Sweden.Ciwan Haco is one of the very first Kurdish singers to combine Kurdish folk music with western style pop music, rock, blues and jazz. To date he has released 14 albums and a live VCD and DVD of his famous Batman concert of 2003, which was attended by more than 200,000 people. Ciwan Haco is known for his lyrics that are often purposely simple and to which the main recurrent... подробнее
      А как ты думаешь, о чем песня "DIYALOG ★ Si u Se Gule Курдская Музыка ★" ?
      2010-2020 © WebKind.Ru Тексты песен